Berbijarê zindanî yê hilbiajrtinên serokomariya Tirkiyê nayê azadkirin
Dadgeha Qanûna bingehîn a Tirkiyê azadiya awarte ya Selahedîn Demirtaş berbijarê zindanî yê hilbiajrtinên serokkomariya vî welatî qebûl nekir û ragahnd ku ew ji hewsê nayê berdanê.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNA`yê, Selahedîn Demirtaş hevserokê berê yê partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê(HDP) ku eva du sal in bi tometbariya hevkariya tev komên terorîstî, handana xelkê bo serhildanê û çend tometbariyên din hatiye girtin û niha li parêzgeha Edirnê de li rojava Tirkiyê di zindanê de ye. Ew ji aliyê partiya xwe wekî berbijarê hilbijartinên serokomariyê hatiye nasandinê, lê ji ber zindanîbûnê îmakana beşadriya li bernameyên propagendeyê tine.
Daxwaza azadiya wî pêştir ji aliyê çiqa 19`an a dadgeha sûçên giran ên Enqerê hatibû redkirin û li ser vê esasê, parêzerên wî daxwaza azdiya awarte ya wî raberî dadgeha qanûna bingehîn a vî welatî kirin, lê serê axir vê saziya bilind a dadweriyê jî dengê xwe da dewama hewsa wî. Li gor qanûnên cizayê yên dadgeha qanûna bingehîn a Tirkiyê, daxwaza azadiya awarte ya kesekî zindanî û girtî tenê wextekê tê qebûlkirin ku xetereke cidî ji bo jiyan an heyîtiyên madî û menewî yên wî hebe.
Hêjayî gotinê ye dewleta AKPê bi mihaneya rawestana li ber Teşkîlata Fetullah Gulen gelek ji dadwer û dozgerên serbixwe û muxalifê dewletê ji nav teşkîlata dadweriya vî welatî derxistine an kirine hewsê û bi vî awayî ev teşkîlata dadweriyê bitûm ketiye bin destê dewleta AKP û Erdogan, loma azadiya kesekî bêyî îzna dewletê nemumkin e.