Li Colemêrgê di navbera PKK û arteşa Tirkiyê de şer derket: Kuştî û birîndar hene
Li bajarê Colemêrgê li başûra rojhilata Tirkiyê di navbera endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û artêşa Tirkiyê de şer derket. Leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Îro li navçeya Çelê ya Colemêrgê li herêma Çiyayê Zengilê di navbera endamên PKKê û leşkerên artêşa Tirkiyê de şer û pevçûn derket. Di encama êrişê de leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.
Herwiha Walîtiya Colemêrgê di daxuyaniya xwe de ragahand ku endamên PKKê bi moşekên ajotî êrişî baregeha Çiyayê Zengil a artêşê kirin. Li gor daxuyaniya walîtiyê di encama êrişê de leşkerek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn. Lê belê çavkaniyên PKK hejmara kuştî û birîndaran zêde ji vê yekê didin zanînê.
Li gor daxuyaniyê leşkerên birîndar rakirina Nexweşxana Dewlet a Colemêrgê û piştî bûyerê bi piştgiriya navgînên hewayî li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.