Hezîran 14, 2018 17:18 Asia/Tehran
  •  Demirtaş ji Erdogan re: Ji bo namzediya li hilbijartinê, dîplomeya zanîngehê pêwîst e lê tu kesî dîplomeya te nedît

Namzedê HDPê yê serokomariyê Selahattin Demirtaş cara yekemîn di mijarekê de tevlî reqîbê xwe Receb Teyib Erdogan bû.

Namzedê serokomariyê Selahattin Demirtaş, bersîv da gotina Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan a ku gotibû ‘Divê rêbazên namzediya serokomariyê hebin, bi ya min ev tiştekî xelet e, divê bê rastkirin' û wiha got: "Vê carê ez tev li te dibim"

Demirtaş bi riya hesabê xwe ya Twitterê ev bersiv da Serokomar Erdogan: "Vê carê ez tev li te dibim Erdogan. Bo mînak ji bo ku tu bibe namzedê serokomariyê teqez divê dîplomaya te hebe lê heta îro kesî dîplomaya te nedît. Krîterên min temam in lê yên te bi guman in."