Hezîran 14, 2018 17:12 Asia/Tehran
  • 11 gumanbarên DAIŞ`ê li Stembola Tirkiyê hatin girtin

Rojnama Huriyetê li nûçeyekê raghand ku 11 gumanbarên DAIŞ`ê li bajarê Stembolê ji aliyê erkdarên polîsê rawestana li ber terorê hatin girtin.

 Li gorî rapora roja pncşemiyê ya IRNA`yê, û ji zarê rojnama Huriyetê, erkdarên polîsê li dijî terorê ya Stembolê bi hevkariya  karzanên îstixbaratî, li operasyoneke  nepenî bi dorpêçkirina 14 navnîşanên  pêştir kivşkirî li navçên  Sultan Bîlî, Bîlîk Dûzû, Sencaq Tepe, Umraniye, Mal Tepe, Eyûb Sultan, Baxçelî Êwler, Esenler û Arnawût  Kûy, 11 gumanbarên  DAIŞ`ê  li navça  Saymbeliyê girtin. Li gorî raghandina  vê medyayê, li  encama lêgeriya  erkdarên polîs ji malên girtiyan, hejmareke zêde  amûrên dîcîtalî û belgeyên  rêxistinî yên Tşkîlata  terorîstî yên DAIŞê hatine keşf û zewtkirin. Tirkiyê ji ber hebûna sînorê  dirêj ê  yek hezar û 500 km tev Iraq û Sûriyê li başûrê vî welatî li salên  buhurî derbasgeha  herî giring a guhestina  enadmên DAIŞ`ê bo Iraq û Sûriyê bûye.