Çavuşoglu: Dê li Minbicê hêzên Amerîka û Tirkiyê dewriyê bikin
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di bernameyeke radyoyê de li ser nêxşerêya Minbicî ya digel Amerîkayê li hev kirine got ku ew dê ligel Amerîkayê ewlehî û îstiqrara Minbicê dabîn bikin.
Çavuşoglu ragihand, "Dema YPG ji Minbicê bê derxistin, dê Amerîka wan çekên dane ji wan bistîne û piştre jî em û Amerîka bi hev re ewlehî û îstiqrara deverê dabîn bikin. Dê erka dewriyê heta hêzên nû yên ewlekariyê werin avakirin, Tirkiye û Amerîka bicih werîne."
Wezîrê tirk li ser pirsa soza Amerîkayê ya berhevkirina çekên YPG-HSDê jî diyar kir ku ji wan re hatiye gotin, ‘me jimareyên çekan standine, em ê ji wan paşve bistînin'.
Çavuşoglu herwiha da zanîn ku heger nexşerêya Minbicê bi pêbawerî û serkeftî bibe, dê ji bo başkirina têkiliyên Amerîka-Tirkiyê jî bibe gaveke girîng.
Hîn Amerîkayê li bara van gotinên wezîrê derve yê Tirkiyê ti tişt negotiye. Lê belê rayedarên kurd ên Sûriyê lihevkirina muhtemel a Amerîka û Tirkiyê ser Minbecê wek xiyaneta Amerîkayê li xwîna kuştiyên xwe ku ji bo azadiya Minbicê canê xwe dane dizanin û wê şermezar dike.