Hezîran 14, 2018 12:49 Asia/Tehran
  • Vîdyoya Erdogan ku dibêje, ‘Divê HDP bendê derbas neke’ deng veda

Gotinên Serokomarê Tirkiyê û namzedê AKPê yê serokomariyê Receb Teyîb Erdogan ku di civîneke partiya xwe de ji bo hiştina li bin benda hilbijartinê kiribûn, di medyayê de deng veda.

Erdogan, di civîneke partiya xwe ya ‘serokên taxan' de dibêje, ‘Ez van gotinan li derve nakim.. Divê HDP bendê derbas neke. Pêwîst e teşkîlatên partiya me gelekî baş bixebitin. '

Erdogan di wê vîdyoya ku li ser medya civakî ji aliyê alîgirên AKPê ve hatiye parvekirin de ji serokên taxan dixwaze, lîsteyên hilbijêran yek bi yek bi dest bixin û kî çi kes e baş nas bikin û li ser bixebitin.

Herwiha di beşa duyemîn a berdewama wê vîdyoyê de jî Erdogan dibêje, "Divê beriya hevalên me ew neyên ser sindoqan. Divê em ji bo muşahidên sindoqan teqewiyê bikin. We dît ku hin kes ji yên din nehatine, serokê lijneya sindoqan her kî be, her kî pêşî were dê bixe şûna wan. Dê ew kes jî bibe endamê duyem û sêyem ê lijneya sindoqan."

Erdogan diyar dike ku heger ew desthilatiya sindoqan bi dest bixin ew dê encamên hilbijartinê diyar bikin li Stenbolê bi ser bikevin ku serkeftina Stenbolê nîşana serkeftina tevahiya Tirkiyê ye.

Erdogan herwiha hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an û 1ê Mijdara 2016an bi bîr dixe û ji serokên taxan dixwaze, careke din encamên wisa xeter dubare nebin.

Vîdyoya Erdogan li ser medya civakî û medyayên din deng veda û alîgirên HDPê, parlamentar û navenda HDPê bertek nîşanî gotinên Erdogan dan.HDPê li ser hesabê fermî yê twitterê got, "Serokê AKPê eşkere teşwîqî tawanê dike. Plan dikin ku bi hîle û fişarê ji bo me li bin bendê bihêlin, dengên me bidizin. Lewra heke HDP di parlamenê de tune be, dizane ku zêdetirî 400 parlamentaran bi dest dixe. Ji bo em pêşiya vê bigirin, di 24ê Hezîranê de dengek ji HDPê re yek jî ji Demirtaş re."