May 26, 2018 18:42 Asia/Tehran
  • Bihaya Lîrê tirk di sala 2018`an de sedî 25 daket

Abora Tirkiyê kete nav qeyrana kêmbûna bihaya Lîrê tirk û zêdebûna bihaya pereyên biyanî.

Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, zêdebûna bihaya pereyên biyanî li bazara Tirkiyê ku ji destpêka îsal ve destpê bûye, hîn jî berdewam e bi awayekî ku Lîr a Tirkiyê li 6 mehên vê dawiyê de yek ji çara bihaya xwe ji dest daye.

Lîre ya Tirkiyê îsal sedî 25`ê bihaya xwe ji dest daye û her ji ber vê yekê nigeraniyeka cidî di nava gel û berpirsên vî welatî de pêk hatiye û abora Tirkiyê jî ketiye nav qeyran û qopiya bihabûna diravên biyanî.

Hilkolandina bihayên nû yên kirrîn û firotina pereyan li bazara Tirkiyê, nîşan dide ku bihaya her Dolarekê li bazara Tirkiyê anegorî destpêka îsal, sedî 27 û bihaya her Ewroyekê jî zêde ji sedî 22 zêde bûye.

Siyaseta handana xelkê Trikiyê bo kirrîna zêran jî ku sala buhurî bi armanca kontrolkirina bihaya pereya biyana û herwiha parastina nirxa pereya netewî ya vî welatî ji aliyê Receb Teyîb Erdogan , serokomarê Tirkiyê ve dihate şopandin, bi awayekî demkî bû sedema sekinandina pêvajoya ber bi pêş a bihabûna pereyên biyanî lê ji destpêka îsal ve jî ev siyaseta bimifa nebû.

Li dû kêmbûna  bihaya pereya netewî û zêdebûna bihaya pereyên biyanî ku abora Tirkiyê nêzî qeyranekê kirine, Banka Navendî ya Tirkiyê, ragihandiye ku bihaya sûda bankan, sedî 3 zêde kiriye û gihandiye sedî 16.5.