May 26, 2018 18:26 Asia/Tehran
  • Almanya:HDP dikare mîtîngê li Kolnê lidar bixe

Rayedarên Almanyayê rê dan Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) ku mîtînga hilbijartinan li şarê Kolnê li dar bixe

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, rayedarên almanî li halekî îzna lidarxistina mîtînga hilbijartinan li kolnê dan HDP ku wan çendekê berî niha mîtînga AKP li Kolnê bi hegerên ewlehîyê qedexe kirin û rê nedanê.

Almanê berî vîya mîtîngên hilbijartian ên Tirkîyê l iwî welatî qedexe kir û niha ku îznê dide HDP, ev yeka bûye sedema berteka rayedarên AKP.

Eva li halekî ye ku HDP duh mîtîng û kempêynên xwe yên hilbijartinan bi awayekî fermî ji ber zîndana Edîrnê cihê ku Selahedîn Demirtaş berbijarê serokomarîyê yê vê partîyê têde girtî ye, bi fermî destpê kirin.

HDP li halekî çalakîyên xwe yên hilbijartinan ji bo hilbijartinên serokomarîyê û 27`emîn dewra parlimana Tirkîyê li ber zîndana Edîrnê ve destpê kir ku wezareta dadwerîyê ya Tirkîyê duh rê neda Pervîn Buldan û Sezayî Temellî hevserokên vê partîyê seredana Demirtaş bikin û ew neçar man daxûyanîya çapemenîyê 5 kîlomêtran dûrî hepsa Edîrnê bidin.