May 25, 2018 10:35 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Erdoxên ser sepandina boykotên aborî dijî Israîlê

Serokomarê Tirkiyê ragihand ku li gorî biryarên dayî li civîna awarte ya Saziya Hevkariya Îslamî li Istenbolê, dê boykotên aborî dijî Israîlê bên sepandinê.

Erdoxanê serokomarê Tikriyê li hevpeyivîna bi kanala dewletê ya TRTê bal kişande ser civîna heftiya çûyî ya Saziya Hevkariya Îslamî li Istenbolê wek berteka li hemberî veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Til Avîvê bo Qudsê û destnîşan kir: Ev sazî her wiha dijî her welatekî ku pişta biryara Koşka Sipî li vî warî da bigire, dê sînordariyên aborî bisepîne.

Serokomarê Tirkiyê got: Biryara Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ya veguhestina balyozxaneya vî welatî bo Qudsê tu bandorek li ser vê rstiyê ku Quds tenha paytexta Filsitîniyan e, nekiriye.

Erdoxên her wiha got: Veguhestina balyozxaneya Amerîkayê bo Qudsê tenê ev welata bêhitbar kir; Gerna li gorî dengwergirtina pêkhatî li Konseya Ewlehiyê ya NY li vî warî da hat diyarkirin ku cîhanê biryara Trump nepejirandiye.

Erdoxên her wiha amaje bi biçûkbûna kabîneya dewleta Tirkiyê piştî hilbijartina 24ê Hezîrana 2018an li vî welatî kir û got: Di dora nû ya serokomartiyê êdî kabîneya dewletê pêkhatî ji 25 wezîran nebe, belkî 21 wezîr dê bên bijartin.

Balyozxaneya Amerîkayê li Til Avîvê li çarçova biryara roja 6ê Kanûnê ya Donald Trumpê serokoamrê Amerîkayê, Roja Duşemiya heftiya bihurî ji Til Avîvê bo taxa Ernûnaya bajarê dagirbûyî yê Qudsê hat veguhestin.

Ev kar li halekî pêk hat ku Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY) roja 21ê Kanûna sala 2017an biryarnameya piştevaniya ji Qudsê bi 128 dengên Erê, 9 dengên Na û 35 dengên Bêla pesend kiribû. Lis er esasa vê biryarnameyê NY dê Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst bi fermî nas neke.

Bajarê Qudsê ku rûgeh û qibleya yekem a misilmanan li wir e, pişka cudanebûyî ya Filsitînê û ji sê şûnwarên herî girîng ên pîroz ên îslamî tê hisab.