May 21, 2018 21:03 Asia/Tehran
  • Daxwaza berdana Demirtaş hat redkirin

Daxwaza berdana namzetê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) yê serokomariyê Selahedîn Demirtaş hat redkirin. Namzedê HDPê yê hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê Selahattin Demirtaş bi helkefta ku namzetê serokomariyê ye daxwaza berdan xwe kiribû. Ev daxwaza Demirtaş ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.

Parlementera HDP, Ayşe Acar Başaran û hejmarek parêzer 15`ê Gulanê ji bo berdana Demirtaş serî li çiqa 19`an a Dadgeha Giran a Cizayê ya Enqerê dan. Dadgehê derbarê vê serlêdanê de biryara xwe da.

Li gorî medyaya Tirkîyê, dadgehê daxwaza berdana wî red kir û biryar da ku ew bi awayekî girtî were muhakimekirin.

​Ji aliyê din ve parêzerê Demirtaş, Mahsuni Karaman derbarê mijarê de bi rêya rûpela xwe ya Twitterê daxuyaniyek da û got ev agahî hêj nehatiye piştrastkirin.

Parêzer Karaman dîyar kir ku derbarê redkirina serlêdanên me de di çapemeniyê de nûçe tên weşandin lê vê saetê ne pêkan e ku ev agahî were piştraskirin."