May 21, 2018 10:29 Asia/Tehran
  • Erdoxan li dû wergirtina dengên tirkên Ewropayê ye

Hogirên Erdoxanê serokomarê Tirkiyê li civîneka hilbijartinê ku bi nîşana piştigirya ji wî ji Sarayovoya Bosniyê hat lidarxistin, beşdarî kirin.

Li gorî rapora ISNAyê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê ji bo beşdariya li vê komcivînê sefera Bosniyê kir da ku beşdarî nav koma derdora 15 hezar kes ji hogirên xwe bibe.

Erdoxên li nav koma hogirên xwe got: We tirkên rûniştiyê Ewropayê hertim bi awayekî berfireh pişta me girtiye. Niha carekaa din li Hilbijartina 24ê Hezîranê em hewcedara piştgiriya we ne.

Armanca Erdoxên a vê komcivînê wergirtina dengê tirkên rûniştiyê welatên ewropî ye.

Ev di rewşekê da ye ku Almanya, Holanda û Otrîşê rê nedane Erdoxên ku karnavala xwe ya propagandaya hilbijartinê li van welatan bi rê xîne.

Biryar e ku hilbijartina serokomrtî û parliamnî ya Tirkiyê meha tê li Tirkiyê were lidarxistin.