May 20, 2018 11:01 Asia/Tehran
  • Sepandina tarifên nû yên Gomrok yên Tirkiyê li ser kelûpelên derkirrî ji Amerîkayê

Wezareta Aborê ya Tikriyê wek bersiva li hemberî karê Amerîkayê yê sepandina tarifên gomrokî li ser derkirrîna Pola û Alûmîniyûmê, tarifên teze yên bac û xeracê li ser kelûpelên derkirrî ji Amerîkayê disepîne.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya ajansa nûçeyan a Anatoliyê, Rayedarekî agah li Wezareta Aborê ya Tikriyê ku nexwest navê wî were birinê, got: Tirkiye bac û xeracin teze li ser kelûpelên derkirrî ji Amerîkayê ji wan Komir (Kevirê Rejî), Kaxez, Gwîz, Badem, Tembakû, Birinc, Erebe, Kelûpelên Xemilandinê, Makîne û berhemên Pêtrokîmiyê disepîne.

Li gorî vê raporê bihayê kelûpelên Amerîkî ku digihêjin Tirkiyê derdora Miliyarek û 800 miliyon dolarî di salê da ye û texmîna bac û xeraca sepandî li ser wan dê bigihêje reqemekê zêdetir ji 266 miliyon dolarî.

Ev karê Tirkiyê yê tolhildanê piştî wê yekê pêk tê ku hewildanên Enqerê ji bo miafkirina berhemên Tirkiyê ji sepandina tarifên gimrokê yên Amerîkayê bi ser neketin.

Hind û Yekîtiya Ewropayê wek pêngaveka tolhildanê bi vî rengî dil hene ku tarifên giran ên gomrokê lis er kelûpelên derkirrî ji Amerîkayê bisepînin.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê meha Adara sala 2018an tarifa jis edî 25ê li ser derkirrîna Polayê û tarifa jis edî 10ê li ser derkirrîna Alûmîniyomê sepand da li gorî xwe, li hemberî "Rikeberiya Cîhanî ya Dûrî Însafê" bisekine.

Trump roja 30ê Nîsana bihurî Arjantîn, Awstralya, Birizîl û Koreya Başûr ji sepandina tarifên nû yên Gomrokê lis er Pola û Alûmîniyomê miaf kirin û dema cihanîna plana bac û xeraca Gomrokê li ser derkirrîna Pola û Alûmîniyomê ji Yekîtiya Ewropa, Kanada û Mêkzîkê heta 1ê Hezîrana 2018an paşda xist.