May 18, 2018 12:21 Asia/Tehran
  • Şener: Erdogan di hilbijartinan de dê têk biçe

Avakarê AKPê û cîgirê serokwezîrê berê yê Tirkiyê Abdullatif Şener sedema têkçûna AKPê û serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ya di hilbijartina 24ê Hezîranê de eşekere kir: Erdogan di hilbijartinan de dê têk biçe, çimkî aboriya Tirkiyê ber bi alozî û nebaşbûnê ve diçe."

Avakarê AKPê û cîgirê Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Abdullah Şener ji Politikyolê re axivî û diyar kir ku aboriya Tirkiyê ber bi alozî û nebaşiyê ve diçe û dê bibe sedema têkçûna Erdogan: "Bi zêdêbûna bihayê dolar ve aboriya Tirkiyê bi krîzek cidî re rûbirû ye. Ber bi çav e ku aboriya Tirkiyê eva demeke dirêj e baş nayê birêvebirin. Hikûmetek ku aboriyê ne li gor rêzikan birêve dibe Tirkiyê îdare dike, herwiha nizane dînamîkên Tirkiyê li gor hewcedariyên aboriya welêt bikarbînin."

Şener destnîşan kir ku Tirkiye di hundirê salekê de divê 220 mîlyar dolar bibîne ku bo rewşa û sekna aboriyê berevajî bibe û bikeve nava tevgerdariyekê, ne ku krîzek mezin nêzîk e û hemû alî û beşên aborî dê zehmetiyek mezin bikşînin.