Endamekî PKKê li Tirkiyê hat kuştin
Erkantiya hevpar a artêşa Tirkiyê qala kuştina hejmareka endamên PKKê li êrîşa hewayî ya artêşa vî welatî kir.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê ya ser bi dewleta Tirkiylê, Erkantiya hevpar a artêşa Tirkiyê roja Pêncşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku Firokeyên şêrr ên vî welatî baregehên PKKê li parêzgeha Hekkariyê li başûrê rojhilata Tirkiyê dane ber êrîşê ku di encamê da 4 endamên vê partiyê hatin kuştin.
Li navçeyên başûr û başûrê rojhilata Tirkiyê, endamên PKKê çalak in û hertim navbera wan û hêzên artêşa Tirkiyê şer û pevçûn diqewime.
Pêvajoya Aştiyê ji bo çareaserkirina meseleya kurdan li Tirkiyê ji meha Kanûna sala 2012an da dest pê bû û li pey teqîna Tîrmeha sala 2015an li bajarê Surûçê hat rawestandin.
Piştî wê artêşa Tirkiyê û PKKê êrîşî ser hev kirin.