• HDP`ê manîfêsta xwe guhert

Manîfêsta hilbijartinan a Partîya Dêmokiratîk a Gelan a Tirkîyê (HDP) di rewşekê de hat weşandinê ku vê partîyê vê carê peyvên ``xwerêvebirî û xweserî`` bi kar neanîne.

Li gorî rapora Rojnama Cumhuriyetê, Manîfêsta hilbijartinan a Partîya Dêmokiratîk a Gelan a Tirkîyê (HDP) di rewşekê de hat weşandinê ku vê partîyê berovajî urfa ku ji sala 2007`ê ve hertim li planên xwe, manîfestên hilbijartinan, pêşnîyarên ji bo guhertina destûra bingehîn û hwd piştgirî dida xwudmuxtarî û xwerêvebirîyê li Tirkîyê, vê carê peyvên ``xwerêvebirî û xweserî`` ku hertim dibûn sedema gêre û nîqaşan ji manîfêsta xwe ya hilbijartinên 24`ê Hezîranê bi kar neanîne û dewsa wan biwêja ``îdara dêmokiratîk a herêmî`` bi kar anîye.

Li gorî lêzanînên çavkanîyên nêzîkî HDP, bikarneanîna peyva xwudmuxtarîyê li vê manîfêstê ser bingeha tu sîyaseteke taybet nebûye. Manîfêsta HDP ya hilbijartinên 1`ê Mijdara 2014`an bi hegera bikaranîna peyva xwudmuxtarîyê ji hêla dezgeha dadwerîyê va hat retkirinê û HDP vê carê tivdîra vê yekê kirîye.

Gulan 16, 2018 19:33 Asia/Tehran