Parêzerên Tirkiyê li ber dadgeha Enqerê kom bûn û daxwaza azadkirina Selahedîn Demîrtaş kirin
Komek ji parêzerên Tirkiyê îro bi kombûna xwe li ber baska 19 ya dadgeha cezayî ya Enqerê daxwaza azadkirina Selahedîn Demîrtaş, berendamê zindanî yê Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) li hilbijartina serokomartiya 24ê Hezîrana 2018an kirin.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê rojbnameya Cumhuriyetê, Li pey hilêxistina daxwaza azadiya Selahedîn Demîrtaş, berendamê zindaî yê Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) li hilbijartina serokoamrtiya 24ê Hezîrana 2018an li baska 19ê ya dadgeha cezayî ya Enqerê, komek ji parêzerên Tirkiyê bi kombûna li ber avahiya dadgehê daxwaza azadkirina Demîrtaş kirin.
Li daxûyaniya weşandî ji aliyê van parêzeran va li bara azadkirina Demîrtaş hatiye: Namzedbûna Demîrtaş li hilbijartina serokomartiyê tekûz bûye.
Xala 76an a Qanûna Bingehîn a Tirkiyê li ser mijara mafê hilbijartina azad pêgiriyê dike ku bi berçavgirtina vê xala qanûan bingehîn her wiha piştrastbûna berendamtiya Demîrtaş li hilbijartinê, divê hikmê azadiya wî were dayînê.
Demîrtaş li gorî hiqûq û qanûnên heyî li Tirkiyê divê li pêvajoya hilbijartinê ji zîndanê were azadkirin û pêvajoya darizandina wî di vê rewşê da were şopandin.
Hegerên ku ji bo dewama zîndaniya Demîrtaş tên raberkirin li bara hitmala revîna wî ji welêt an jinavbirina belge û şehediyan bi tu awayî qahîm nînin û îdiayên visa hewcdedara selimandineka qanîker in.