May 15, 2018 19:42 Asia/Tehran
  • Tirkîyê sefîrê Rêjîma Sîyonîst derxist

Wezareta karên derve ya Tirkîyê ragihand ku sefîrê Rêjîma Sîyonîst ji Enqerê hat derxistinê.

Li gorî rapora nûçegîhanê IRIB NEWS`ê, wezareta karên derve ya Tirkîyê îro wek berteka li hemberî kuştina bi dehan welatîyên filistînî bi destê leşkerên Rêjîma Sîyonîst li xwenîşandana duh a dijî Amerîkayê li Filistînê, Îtan Naê (Eytan Naeh) sefîrê vê rêjîmê li Enqerê derxist.

Sefîrê rêjîma Israîlê berî vîya ji hêla wezareta karên derve ya Tirkîyê va hatibû vexwendin û Enqerê bi awayekî fermî nerazîbûna xwe li hemberî plana veguhestina balyozxana Amerîkayê ji Tel Avîvê bo Qudsê û bûyerên niha yên li Zîvala Xezzê ji wî re ragihandibû.

Tirkîyê herwiha şeva buhurî bi nîşana nerazîbûna li hemberî kiryara Amerîkayê ya veguhestina balyozxana vî welatî bo Qudsa dagirbûyî, sefîrên xwe ji Tel Avîv û Waşîngtonê vexwendin.

Eva li halekî ye ku Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê îro Rêjîma Sîyonîst bi komkujî û qirrkirinê li Fiilstînê tawanbar kir û bi nîşana hevderdîya digel miletê Filistînê, 3 roj wek Şîna Giştî li Tirkîyê ragihand.