May 14, 2018 20:48 Asia/Tehran
  • Nebûna dadê li hember mêdya û bernameyên aboriyê, lawaziya teblîxata hilbijartinan a partiyan li Tirkiyê ne

Nivîskar û analîzora meselên siyasî li Tirkiyê, nebûna dadê li hember mêdya û bernameyên aboriyê, lawaziya teblîxata hilbijartinan a partiyan li Tirkiyê dan zanîn.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya Radyoya Tirkî ya Têhranê, xanima Neval Sêvîn, bal kişand ser hilbijartina tê ya li 24`ê Hezîrana sala 2018`an a Tirkiyê û got: Eva 16 sal in ku Partya Dad û Geşepêdanê (AKP), bi serokatiya Receb Teyîb Erdogan, li mêdyayên dewletî, teblîxata ji bo hilbijartinê destpê kiriye û bi vî awayî ev mêdyayên dewletî ku xercê wan ji bacên ku gel dide dabîn dibe, mahiyeta xwe ya netewî ji dest dane.

Nivîskar û analîzora meselên siyasî li Tirkiyê, herwiha got: Di mideha desthilatdariya AKP`ê de, qet li kom û partiyên  neyar, derfet nehate dayîn ku nihêrînên xwe raber bikin.

Wî bal kişand ser vê yekê ku du kanalên mêdyayî û dewletî yên rojnama Huriyet û kanala televîzyonî ya CNN TURK, tenê bûne yên partiyekê û herwiha got: Partya Erdogan, zêdetir ji berê zext tîne ser dijberên xwe û şert û mercên teblîxata ji bo hilbijartinê ji bo partiyên neyarê dewletê jî dijwartir bûne.

Vê analîzora siyasî, rewşa hilbijartina Tirkiyê, qeyranî da zanîn û herwiha got: Enqere bi pirsgirêkên zav ên aborî re rûbirû ye li halekê ku partya desthilatdar, bi sozên nezelal, li dû razîkirina û qanikirina xelkê ye.

Wê bal kişand ser hevalbendiya nejidil a partiyên neyarê dewletê û got: Eger hilbijartina li Tirkiyê bimîne bo dewra duyemîn, partiyên neyar wê şanseka zêdetir ji bo serketinê hebin.

Çar partiyên neyarê dewletê (Partyên Komarxwaz a Gel (CHP), Iyi Partî (Partya Qenc yan IP), Seadet û Demokrat (DP)), wê li hember Hevalbendiya Komarê ku ji Partyên Dad û Geşepêdan (AKP) û Hereketa Netewî (MHP) ya bi serokatiya Dewlet Bagçelî pêk hatiye, rikeberiyê bikin.