May 14, 2018 19:27 Asia/Tehran
  • Pêgîriya serokomarê Tirkiyê ser xurtkiirna peywendiyên bi Brîtanyayê re

Serokomarê Tirkiyê, li sefera bo Brîtanyayê, vî welatî wekî hevgirtî û şirîkê stratêjîk bi nav kir.

Li gorî rapora Assocciated Press`ê ji Londonê, Erdogan bi beşdariya li civînekê li bara Peywendiyên di navbera Brîtanya û Tirkiyê de, ji bilî ku bal kişand ser şermezarkirina darbeya serneketî ya Tirkiyê li 15`ê Tîrmeha sala 2016`an ji aliyê dewleta Brîtanyayê ve, got: Enqere qet piştgîriya Brîtanyayê ji dewleta Tirkiyê ji bîr nake.

Serokomarê Tirkiyê amajeyî zêdebûna hevkariyên giştalî yên di navbera her du welatan de kir û got: Bi Kûrbûna peywendiyên Enqere û Londonê di warê aborî de, armanca her du aliyan zêdekirina danûstandinên bazirganiyê ji 16 mîlyar dolarî bo 20 mîlyar dolarî di salê da ye.

Erdogan li dewamê , hevkariyên li pêşeyên berevaniyê wekî hevkariyên nû yên di navbera Tirkiye û Brîtanyayê de  dan zanîn.

 Serokomarê Tirkiyê duh berî ku Stenbolê ber bi Londonê ve biterikîne, gotibû ku wê li vê seferê li bara mijarên navçeyî û navneteweyî bi Theresa May (Têrêza Mêy) re  biaxive. Çavlirê ye di vê navberê de alûgorên li Qibrisê û rewşa Sûriye û Iraqê jî werin hilkolandin.