•  Girtina bi dehan polîsan li Tirkiyê

Dewleta Tirkiyê di çarçoveya lêpirsîna FETO yê de fermana girtina 72 efseran da.

Li gor zanyariyên ku Sky Newsê ya erebî dane, Serdozgeriya Komarî ya Enqerê di çarçoveya lêpirsîna FETO de dereheqê 72 efserên  ku 25 ji wan mûwezef in û di Fermandariya Hêza Bejayî de wezîfedar in, biryara binçavkirinê da.

Dewleta Tirkiyê  li  bajarên vî welatî operasyonên xwe yên binçavkirinê didomînin.

 Enqere Fethullah Gulen, sebebkarê darbeya bêencama a 15 Tîrmeha 2016` an  dizane,  lê Gulen  xwe bi caran îdiaya dewleta Tirkiyê red kiriye.

 Piştî darbeya 15 Tîrmeha 2016` an  zêde ji 50 hezar kes heya niha  bi tawana peywendiya bi cmaeta Gulen re li Tirkiyê hatine  girtin û nêzîkî 120 hezar kes jî  ji kar û şuxilên dewletî  li vî welatî hatine derxistin.

Gulan 14, 2018 17:18 Asia/Tehran