May 14, 2018 14:00 Asia/Tehran
  • Nebûna edaleta medyayî û bernamên abûrî ji lawaziya kampînên hilbijartinê li Tirkiyê ye

Pispora siyasî ya Tirkiyê got: Nebûna edaleta medyayî û bernamên abûrî ji lawaziya kampînên hilbijartinê li Tirkiyê têne hisab.

Li gor rapora IRIB Newsê, Xanima Newal Suwîn pispora siyasî ya Tirkiyê bal kişande ser hilbijartina pêşwext a serokkomariyê li Tirkiyê ku li 24 Hezîrana tê dê bi rê keve û got: 16 salin ku partiya serdest yanî AKP`ê bi serokatiya Receb Teyib Erdogan teblîqata xwe ya hilbijartinî li medyayên dewletî destpê kiriye û ev medyayên dewletî jî bi diravê xelkê Tirkiyê îdare dibin û niha mirov nikare bêje ku medya û demûdezgeyên pêhesandinê li Tirkiyê netewî ne, belkî ev medyayên wiha tenê li xizmeta AKP`ê ne.

Xanima Newal Suwîn destnîşan kir; Li dirêjiya hukmdariya AKP tê mecalek bi partî û aliyên neyare AKPê nehatiye dayîn ku ewna jî nêhrînên xwe bînin ziman.

Wê bal kişande ser viya ku rojnama Hurriyet û telivîzyona CNNtirkê hertim li xizmeta AKP`ê ne got: Niha partiya Erdogan bi behre girtina ji van medyayên pêhesandinê, zextûzora xwe ya ser partiyên neyar zêdetir kiriye.

Xanima Newal Suwîn ragihand ku niha pirsgirêkên abûrî yên xelkê Tirkiyê zêdetir bûne li halê ku AKPê tenê soza baştirkirina rewşa abûrî dide xelkê û tu karekê nake.