Hişyariya wezîrê abûra Tirkiyê bi Amerîka
May 13, 2018 17:40 Asia/Tehran
Wezîrê abûra Tirkiyê li bara zêdekirina terîfeya gomrikê ya pola û alomîniyomê ji aliyê Amerîkayê hişyarî daye Waşîngtonê.
Li gor rapora TRT`ê, Nîhad Zîpekçî duh şemiyê bal kişande ser viya ku Amerîka ji bo derfirotina pola û Alomîniyomê ji bo welatên Tirkiye, Çîn û Hindûstanê terîfeya gomrikê zêde kiriye gef li Waşîngtonê xwar ku Enqere jî dê pêngavin bona vî karê Amerîka hilîne.
Tirkiye salê bi qasî milyardek û 200 milyon dolar polayê difroşe Amerîka.
Hatiye ragihandin ku Tirkiyê sala par 13 milyard û 800 milyon dolar pola û kel û melên polayî firotiye welatên curbicure cîhanê.
.