Nîsan 23, 2018 12:41 Asia/Tehran
  • Dest ji karbedana hinek ji endamên CHP`ê

15 endamên Partiya Komarîxwaz a Gel ku partiya herî mezin a neyarê dewleta Tirkiyê ye dest ji karên xwe berdan.

Li gor rapora IRIB News`ê, medyayên Tirkiyê ragihandin, ku 15 parlamenterên Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) ji partiya xwe îstîfa kirin û biryar e bibin endamê ``Îyî Partiyê`` yan ``Partiya Baş``.

Engîn Altayî cîgirê serokê CHP li Press konferansa xwe destnîşan kir ku ev 15 parlamenterên CHP ku ji partiya xwe îstîfa dikin qirar e bibin endamê  Îyî Partiyê yan ``Partiya Baş`` .

Ev pêngav ji bo wê yekê ye, ku Îyî Partî bikare di parlamentoyê de koma xwe ava bike.

Çapemeniya Tirkiyê radigihîne, ku Serokê Giştî yê CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu û Seroka Îyî Partiyê Meral Akşenerê hevdîtineke bi dizî ve pêk anîne.

Di parlamentoya Tirkiyê de 5 parlamenterên Îyî Partî hene.

Partiyên ku dikarin di 24`ê Hezîrana 2018`an de beşdarî hilbijartinên serokomariyê û parlamentoyê Tirkiyê bibin ev in: Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), AK Partî, Partiya Komarxwaz a Gel (CHP). Partiya Demokrat (DP), Partiya ÎYÎ, Partiya Hereketa Neteweyî (MHP), Partiya Seadetê û Partiya Vatanê.

Partiyên Kurdan ên wek HAK-PAR, OSP, PAK, PDK Bakur, PDK-Tirkiye û PSK nikarin bi serê xwe tevlî hilbijartinan bibin.