Nîsan 22, 2018 11:59 Asia/Tehran
  • Hêzên xwecî yên ser bi dewleta Tirkiyê  gulle reşandin ser gundiyan: Kuştî û birîndar hene

Hate ragihandin gulle li welatiyên ji gundê Aladana yê girêdayî Xîzanê ku diçûn giya kom bikin, reşandin. Di encama gullereşandinê du ciwan hatin kuştin û gelek kesên din ji gundiyan jî birîndar bûn.

Hate diyarkirin kurdên ku li dij hêzên PKK û kurdên dijberê dewleta Tirkiyê alîkariya artêş û hêzên ewlehiyê yên vî welatî dikin û kurdên Tirkiyê wan bi navê cerdvan nas dikin gulle li welatiyên gundê Aladana yên ku duh ji bo berhevkirina giya çûbûn zozanan reşandin. Di encamê de jî ciwanên bi navên Sînana Karabaş û Mevlan Karabaş jiyana xwe ji dest dan û gelek welatî jî birîndar bûn.

Li gorî ragihandina gundiyan êrîş ji aliyê cerdevanên gundê Yogûrtlûyê ve pêk hatiye. Cerdevanan heya niha gelek kesên bê gunh yên hemnijadê xwe dewsa standina pere ji dewleta Tirkiyê kuştin û birîndar kirine ku eva bûye sedem ku piraniya kurdên Tirkiyê ji wan nefretê bikin.