Nîsan 21, 2018 20:43 Asia/Tehran
  • Li 18 navçeyên kurdtêde yên Bitlîsê rewşa awarte hate ragihandin

Hikûmeta Tirkîyê ji bo destpêkirina operasyonan, Li 18 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve ragihand.

Parêzgariya Bitlîsê qedexeya berê ya li ser 11 gundên Xêzana Bedlîsê hatibû ragihandin, rakir.

Parêzgariya Bedlîsê li daxuyaniyeke nû jî,li 18 gundên din yên heman navçeyê qedexeya derketina derve ragihand.

Parêzgariyê da zanîn, di demên dawî de li navçê liv û tevgerên PKK`ê zêde bûne û li hember wan hêzên ewlekariyê dest bi operasyonê kirine.

Parêzgariyê daxwaz ji welatiyan kir, heta fermaneke nû û ji bo ewlehiya can û milkên wan pabendî biryarê bibin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî qedexeya derketina derva ya ku di 14`ê Adara 2016`an de ji bo 6 taxan hatibû îlankirin, hat rakirin. 

Parêzgariya Mêrdînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku “bi aramanca rakirina barîkatan, dafikên bi bombe bên îmhakirin, xendeqên li navenda bajêr bên girtin di 14`ê Adara sala 2016`an de qedexeya derketina derva hatibû îlankirin û ew qedexe bi temambûna operasyonan hat rakirin.

Di heyama wan qedexeyan de  şerekî giran di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl û hêzên Tirk de derketibû, ji her du aliyan jî gelek kuştî û birîndar çêbûn. 

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî derbasbûna 134 rojan,qedexeya derketina derve li 10 taxan hatibû rakirin lê li dû qedexeyê bajarekî kavilkirî mabû û li 6 taxan qedexe berdewam bû.

Li gorî rapora Komeleya GOÇ-DER`ê dema ku qedexeya derketina derve li Nisêbînê dest pê kir, %80 welatiyên wê koçber bûn.

Nifûsa Nisêbînê 90 hezar e û li gorî daneyên fermî bi tenê 30 hezar kes ji navçeyê derketine. Lê GOÇ-DER dibêje rêjeya koçberiyê gelekî ji vê zêdetir e.