Nîsan 21, 2018 19:45 Asia/Tehran
  • Rapora wezareta karên derve ya Amerîkayê li ser mafên mirovan li Tirkiyê

Raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê ya 2017`ê hat ragihandin. Di raportê de tê diyarkirin ku di warê mafê mirovan de Tirkîye di nava welatên ku bi giranî mafên mirovan binpê dikin de cî digire.

Raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê ya 2017`an eşkere bû. Di raportê de tê diyarkirin ku di warê mafê mirovan de Tirkîye di nava welatên ku bi giranî mafên mirovan binpê dikin de cî digire.

Li gorî ragihandina DWya tirkî li Raporta Wezareta Derve ya Amerîkayê ya 2017`ê derbarê rewşa mafê mirovan de rexneyên giran li Tirkiyê têne girtin.

Raport balê dikşîne ser Rewşa Awarte (OHAL) a li Tirkiyê û astengiyên bingehîn ên ser rêya azadiya mafan, "Heta dawiya sala 2016`an bi bihaneya terorîzmê zêdetirî 100 hezar kes ji kar hatin derxistin, 50 hezar mirov hatin girtin û zêdetirî 50 saziyên sivîl hatin girêdanê."