Nîsan 21, 2018 15:34 Asia/Tehran
  • Amerîkayê derbarê hilbijartinên li Tirkiyê helwesta xwe diyar kir: Fikarên me hene

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destnîşan kir ku hilbijartina di nava Rewşa Awarte de were kirin zehmet e ku bibe hilbijartineke wekhev, zelal û azad.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya  Amerîkayê Heather Nauert di brîfîna çapemeniyê ya rojane de bersiv da pirsên li ser hilbijartina berîdema xwe ya 24'ê Hezîranê ya Tirkiyê.

Nauert got, "Li welatekî ku Rewşa Awarte lê serwer e, zehmet e ku hilbijartineke azad, wekhev û zelal a ku li qanûnên Tirkiyê, li berpirsyariyên Tirkiyeyê yên li navneteweyî tê, cih were."

Nauert destnîşan kir ku azadiya hilbijartinê ya di nava Rewşa Awarte de cih were, cihê fikaran e.

Berdevka Wezareta derve ya Amerîkayê got, "Li ser lidarxistina hilbijartina azad a di nava Rewşa Awarte de fikarên me hene."