Nîsan 21, 2018 10:31 Asia/Tehran
  • Parlimana Tirkiyê lidarxistina hilbijartina zûdem pesend kir

Partiya serdest a Tirkiyê hevrê digel du partiyên dijber ên vî welatî li Parlimanê dengê erê dan pêşniyarqanûna lidarxistina hilbijartinan zûdem di roja 24ê Hezîrana îsal.

Li gorî rapora ISNAyê ji zarê kanala têlêvîziyoniya TRTê, parlimana Tirkiyê dengê Erê da pêşniyarqanûna lidarxistina hilbijartina zûdem. Li halekî ku hem parlementerên partiya serdest û hem partiyên dijber ev yek piştrast kirin.

Bi giştî 386 parlementerên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û du partiyên dijber ên vî welatî - Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkyiê (CHP) û Partiya hereketa neteweyî (MHP) dengê Erê dan vê pêşniyarqanûnê.

Bînalî Yildirimê serokwezîrê Tirkiyê li axaftinekê li parlimana vî welatî got: Ji vê yekê ku ez dwîn serokwezîrê Tirkiyê me, şanaziyê pê dikim.

Wî her wiha ev îdia ku ev hilbijartin gellek zû tê lidarxistin, red kir û got: Partiyên siyasî yên Tirikiyê hem yên serdest û hem yên dijber amade ne ku hilbijartinê di her demekê da li dar xînin.

Serokwezîrê Tirkiyê di dewama axaftina xwe da got ku berendamê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), serokomar, anku Receb teyib Erdoxan e.

Serokê koma parlementerên MHPê jî got ku 24ê Hezîranê dengvedana xwest û meyla gelê Tirkiyê ye.

Orkan Akçay her wiha got: Biryarac Parlimanê ji bo lidarxistina hilbijartina zûdem ji bo wê desteyê ye ku li dijî êrîşa Çiqla Zeytûnê, Mertala Firatê û El Babê ne.