Nîsan 21, 2018 10:30 Asia/Tehran
  • Tirkiyê Amerîka bi destwerdana li karên xwe yên navxweyî tawanbar kir

Wezareta karên derve ya Tirkiyê wek berteka li hemberî gotinên rayedarên Waşîngtonê li bara dirêjkirna rewşa awarte û lidarxistina hilbijartina zûdem a serokomartî û parlemanê, Amerîka bi mudaxileya li hilbijartinê û karên navxweyî yên vî welatî tawanbar kir.

Li gorî rapora roja Îniyê ya IRNAyê, Hidir Nawêrt, berdevka wezareta karên derve ya Amerîkayê roja bihurî wek berteka li hemberî dirêjkirina rewşa awarte ji bo cihanîna li dora heştem her wiha ragihandina lidarxitina hilbijartina zûdem li Tirkiyê got ku em li bara lidarxistina hilbijartina azad, zelal û edlane li Tirkiyê di rewşa awarte da bi fukar in.

Hamî Aksoy berdevkê wezareta karên derve ya Tirkiyê dh anku Îniyê bi weşandin adaxûyaniyekê gotinên rayedarên Amerîkayê li bara hilbijartina ku hela nehatiye lidarxistin, wek mijarek ku nayê qebûlkirin da zanîn û li bara destwerdana Amerîkayê li hilbijartin û karên navxweyî yên vî welatî hişyarî da.

Wî gotinên rayedarên Amerîkayê wek Nêrîneka Xerabker da zanîn û got: Dilgiranî û fukara rayedarên amerîkî li bara lidarxistina hilbijartina zûdem li Tirkiyê û bandora rewşa awarte li pêvajoya dêmokratîk a hilbijartinê Xerabker û Îdiayek e.

Aksoy tevahiya hilbijartinên lidarxistî li Tirkyiê Dêmokratîk, azad, zelal û piştrastkirî bi raaporên çavdêrên navneteweyî da zanîn û got: Giştpirsîna guhertina qanûna bingehîn li Tirkiyê ku sala bihurî di rewşa awarte da hat lidarxistin, vê îdiyaê piştrst dike û meriv niakre vê rastiyê nebîne.

Li gorî rapora IRNAyê, heştemîn dora li pey hev a sêmehî ya Rewşa Awarte li Tirkiyê du rojan beriya niha li parlimana neteweyî ya vî welatî hat pesendkirin û cihanîna wê ji şeva çûyî heta sê mehên din dest pê bûye.

Rewşa awarte li Tirkiyê ji yekemnî rojên piştî darbeya serneketî ya 15ê Tîrmeha sala 2016an cih hatiye û di heft dorên li pey hev ên sêmehî hatiye dirêjkirin.