Nîsan 20, 2018 21:26 Asia/Tehran
  • Parlamentoya Tirkiyê pêşnûmeya hilbijartinên pêşwext pesend kir

Parlamentoya Tirkiyê bi 386 dengan projeyasaya hilbijartinên pêşwext pesend kir. Bi vî awayî misoger bû ku li Tirkiyê yê di 24`ê Hezîrana 2018`ê de hilbijartin werin lidarxistin.

Parlamentoya Tirkiyê bi 386 dengan projeyasaya hilbijartinên pêşwext pesend kir. Pêşnûmeya ku ji aliyê AKP û MHP`ê ve hatibû pêşkeşkirin, li parlamentoyê kete ber dengdanê.

Parlamenterên HDP`ê di dema dengdanê de ji parlamentoyê derketin. Parlamenterên CHP û AKP`ê jî dengê erê dane pêşnûmeyê û bi 386 dengan hate pejirandin.

Beriya çend rojan Serokê partiya netewparêz a Tirkiyê MHP`ê Devlet Bahçelî pêşniyara hilbijartinên pêşwext kir.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna ligel Bahçelî di civîneke çapemeniyê de ragihand, ku dê 24`ê Hezîrana îsal hilbijartinên pêşwext bên encamdan.