Nîsan 20, 2018 10:01 Asia/Tehran
  • Cezaya zêde ji 7 salan dan parlimantera HDP`ê

Parlementera HDP`ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim bi 7 sal û 6 meh cizayê girtîgehê hat sizadan. Yildirim zêdetirî sal û nîvekê hepsî bû.

Li gorî rapora Rojnama Duvar`ê çapa Tirkîyê civîna mehkemekirina Gulser Yildirim parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê duh li çiqa 3 ya Dadsgeha Cezayê ya Agirîyê hat lidarxistin û dadwer bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê' 7 sal û 6 meh cizayê girtîgehê jê ra kivş kir.

Dema dîwana Gulser Yildirimê dikirin, parlementera HDP`ê ya Amedê Feleknas Uca, rêveberên partiyê, parêzer û herwiha nas û xizmên wê amade bûn. Yildirimê parastina xwe bi kurdî kir.

Parlementera HDP`ê Gulser Yildirim ji 4`ê Mijadarê 2006`an ve girtî ye.