Nîsan 19, 2018 19:48 Asia/Tehran
  • Partya Weten a Tirkiyê, plana Erdogan a hilbijartina pêşwext, şibande darbeyê

Serokê Partya Wetenê ya Tirkiyê, ragihandina li darxistina hilbijartina zûtir ji demê ji aliyê dewletê ve, wek darbeyekê wesif kir û got: Biryarderên li darxistina hilbijartina pêşwext, li ser rêya ji navçûna bingehên rewatiya xwe pêngavan radikin.

Dogû Perînçek, got: Her rojê, rewşa aborî ya Tirkiyê û qerên wê yên bo welatên derveyî zêde dibin û hevalbendiya Komarê ku ji partya desthilatdar a Dad û Geşepêdan (AKP) û Partya Hereketa Netewî (MHP) pêk hatiye, hewl dide her rêbazekê bona serketina li hilbijartinan bi kar bîne.

Kemal Kiliçdaroglû, rêberê Partya Komarxwaz a Gel (CHP) jî wek berteka li hember nûçeya lidarxistina hilbijartina pêşwext li vî welatî got: Em amade ne û em ê li hilbijartinê bi ser kevin. Wî destnîşan kir: Sala 2018`an wê bibe sala demokrasiyê û em ê  kiryarên têkildarî hevalbendiyê, zûtir bi dawî bînin û herwiha CHP karên xwe ji bo weşandina daxuyaniya xwe ya hilbijartinê dest pê kirine.

Temel Karamolaoglû, serokê Partya Seadetê ya Tirkiyê jî got: Dema ku hatiye ragihandin, ne ji bo hilbijartina pêşwext, belki dema hilbijartina li bin serdestiyê ye û nîşan dide ku Hevalbendiya Komarê, heta çi astekê ji şikesta li hilbijartinan ditirse.

Wî pêgîrî kir: Ragihandina dema lidarxistina hilbijartina zûtir ji demê, ew jî bêyî ku qanûnên nû yên hilbijartin û yên derheq sîstema serokatiyê werin pejirandin, nîşan dide ku Partya desthilatdar a li Tirkiyê êdî nikare welêt bi rê ve bibe û ew pêhesiyane ku her çiqas dem derbas dibe li ser ziyana wan e û her ji ber vê yekê biryar dane ku vî karî bikin.

Meral Akşener, seroka IYÎ Partî ya Tirkiyê jî amadetiya xwe bona ketina nav hilbijartina pêşwext ragihand û wek berteka li hember wê got: Berî niha min bi caran gotibû wisan ku ez Erdogan nas dikim, hilbijartin wê berî sala 2019`an werin lidarxistin û we dît ku pêşbîniya min rast derket.