Nîsan 19, 2018 19:06 Asia/Tehran
  • Bertekên li hember ragihandina hilbijartina pêşwext  ji aliyê serokomarê Tirkiyê ve

Li gorî piraniya şîrovekarên siyasî û rojnamevanên Tirkîyê, hilbijartina pêşwext taktîkeke siyasî ya serokomarê vî welatî ye û Erdogan bêyî ku siyaseta derve ya Tirkiyê aloztir û aboriya wê lawaztir bibe dixwaze biçe hilbijartinan û ji neamadebûna opozîsyonê sûdê werbigre.

Serokomarê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan duh gava ku dema lidarxistina hilbijartinên pêşwext eşkere dikir got li Suriye û Iraqê bûyerên dîrokî rû didin. Ji ber vê ew neçar in nediyariyên ku li pêşiya Tirkiyê ne bi dawî bînin. Ji bo ku ew bikaribin ji bo paşaroja Tirkiyê biryarên bihêztir bigirin, divê bi hilbijartineke pêşwext derbasî sîstema serokomartiyê bibin.

Şirovekar Etyen Mahçûpyan dibêje tirsên aboriyê sedema sereke ya hilbijartina pêşwext in. Erdogan dema hilbijartinê gelek aniye pêş û bi vî awayî derfeta rexnekirin û xebatê nedaye partiyên opozîsyonê.

Li gor nivîskar Taha Akyol jî Erdogan ji avabûna Iyi Partiyê tirsiyaye. Dengdêrên AKP û MHP`ê armanca Iyi Partiyê bûn. Ji ber vê tirsê Erdogan ji nişkave biryara hilbijartinê daye.

Rojnameya Cumhuriyetê jî radigihîne ku Bahçelî û Erdogan bi taktîkeke siyasî dema hilbijartinê gelek anîne pêş. Bi vê yekê armanca wan ew e ku ji neamadebûna partiyên opozîsyonê sûdê werbigrin. Lewra heta niha jî namzetê serokomartiyê yê CHP`ê diyar nîne.

Medyayên Tirkiyê herçend balê bikşînin ser meseleyên navxweyî jî, alozbûna siyaseta derve ya Tirkiyê jî yek ji wan sedemên girîng ên hilbijartina pêşwext e. Lewra ji kirîza Suriyê heta Doza Halkbank û Tevgera Fetullah Gulen gelek mijar bûne sedema xirabûna pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê. Ev yek jî tirsek mezin li ser aboriya Tirkiyeyê çêdike û opozîsyona Tirkiyê beramberî AKP`ê bihêz dike. Erdogan jî hewl dide bi hilbijartineke pêşwext hêza opozîsyonê bişkîne.