Nîsan 19, 2018 18:36 Asia/Tehran
  • 3 hezar karmendên artêşa Tirkiyê ji karên xwe tên derxistin

Artêşa Tirkiyê li rojên tê sê hezar karmendên xwe ji ber peywendiya bi Rêxistina Fethulah Gulen re ji ser kar derdixîne.

Li gorî rapora ISNA`yê, Nûredîn Caniklî, wezîrê berevaniya Tirkiyê, xitabî qanûndaneran got: Ev wezaretxaneya sê hezar kes ji hêzên leşkerî yên vî welatî ku peywendiya wan bi darbeya Tîrmeha 2016`an re hebûye, nasîne û wê di rojên tê de ewan derxîne.

Rayedarên Tirkiyê piştî darbeya ku li şevên 15 û 16`ê Tîrmeha 2016`an, ji aliyê hin leşkerên vî welatî ve pêk hat, dosyiyeyeka berfireh li dayireyên dewletî yên vî welatî bona nasîna kesên ku têkiliya wan li vê darbeyê hebû, destpê kir.

Berî vê darbeyê, dewletê bi ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) ya ku ji 20`ê Tîrmeha 2016`an ve heya niha berdewam bûye, zêde ji 55 hezar kesî girtine û zêde ji 140 hezar kesên din ji ser karên wan derxistine yan jî karê wan rawestandine.

Caniklî got: Hewl me yê heya paqijkirina tam a rêxistinê berdewam dike. Ragihandina rewşa awarte bona şerrê bi bandor a bi Fetoyê re pêwîst e.