Nîsan 16, 2018 18:15 Asia/Tehran
  • YE: Operasyona artêşa Tirkiyê ya li dij Efrînê rewşa mirovî ya li Sûriyê zehmettir kir

Wezîrên Derve yên Yekitiya Ewropayê (YE) li Brukselê civiyan û belgeya dibêje ku operasyona Tirkiyê ya li Efrînê rewşa mirovî ya li bakurê Sûriyê xirab û zehmettir kiriye, qebûl kir.

Bîst û heşt wezîrên endamên Yekîtiya Ewropayê(YE) di dawiya civîna Konseya Wezîrên Derve yên YEyê de beyannama hevpar pejirand a ku tê de wiha tê gotin: "Operasyona leşkerî ya Tirkiyê rewşa mirovî xirab û zehmettir kir, bû sedem ku niştcih cihên xwe biguherînin. Piştî operasyona artêşa Tirkiyê û terorîstên pê re ya li dij Efrînê di serî de, rewşa mirovî li bakurê rojavayê Sûriyê xerabtir bû ku YE ji vê rewşê gelekî nîgeran e û teqez dike ku divê rê li ber saziyên sivîl bê vekirin da ku bi awayekî ewle, bêasteng û lezgîn xwe bigihînin wê derê."

Artêşa Tirkiyê û terorîstên pê re ku navê Artêşa Sûriya Azad li wan kiriye 20ê Çileyê li Efrînê operasyon dabû destpêkirin ku di encamê de li gorî raportan gelek kesên sivîl ku gelek ji wan jin û zarok bûn jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn û bi hezaran kes ji niştîcihên Efrînê neçar man ji vî bajarî detkevin û aware bibin û niha li rewşeke diltezîn derbas bikin.