Nîsan 16, 2018 09:52 Asia/Tehran
  • Rexneya Qilîçdaroglu ji siyasetên şerxwazaneye Amerîka li navçê

Serokê CHP`ê bilî rexneya ji siyasetên şerxwazaneye Amerîka li Rojhilata Navîn got: Şer, çêkirina gêre û kêşeyan û piştevaniya ji terorîstan , emrazê destê Amerîka ne ji bo destpeydakirina ser nift û gaza welatên Rojhilata Navîn.

Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, Kemal Qilîçdaroglu serokê Partiya Komarîxwaza Gel(CHP) ragihand ku welatên rojavayî bona behregirtina ji nift û gaza welatên Rojhilata Navîn her cure pilanekê digêrin.

Wî bilî hişyariya li ser dûhata êrişa hewayî ya Amerîka û hevalbendên wî welatî ser axa Sûriyê bi mihaneya êrişa kîmyawî ya Şamê ser navça Dûmayê ragihand: Amerîka, Brîtaniya û Fransayê li halekê êrişî ser axa Sûriyê kirin ku tu belgeyek di ber dest da tunebû ku nîşan bide Şamê ji çekên kîmyawî istifade kiribe.

Kemal Qilîçdaroglu bal kişande ser viya ku eger Amerîka dewamê bide êrişên xwe yên ser axa Sûriyê dê aloziyên curbicur li navçê çê bibin got: Pêwîste welatên navçê bi hevra siyasetekî hevpar berçav bigrin ta ku pîşiya hizûra welatên serdest li navçê bigrin.

Siba şemiyiya bihurî, Emerîka, Fransa û Brîtanyayê bêtirî 100 mûşek avêtin ser meqerên Sûriyê li navend û derdora Şamê ku sîstema  berevaniya hewayî ya Sûriyê karî 71 mûşekan radû bike û wan têk bibe.

 Emerîkayê tev Brîtanya û Fransayê li rojên  derbasbûyî îdia kirin ku Sûriyê li bajarê Dûmayê li Xûteya rojhilatê çekên kîmyawî xebitandine û bi vê mehneyê êriş kirin ser Sûriyê