Adar 22, 2018 12:04 Asia/Tehran
  • Gotûbêja têlêfonî ya serokomarên Alman û Tirkiyê

Serokoamrên Tirkiye û Almanê lis er meyl û daxwaza du welatan ji bo lezandina pêvajoya berfirehkirina pêwendiyên dualî pêgirî kirin.

Li gorî rapora malpera TRTê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê û Frank Waltêr Ştayn Mayêr (Frank-Walter Steinmeier)  li hevpeyivîna têlêfonî ya şeva çûyî li bara berfirehkirina pêwendiyên dualî axivîn.

Serokomarên du welatan civata tirkên rûniştiyê Almanê hokareka girîng ji bo xurtkirina pêwendiyên navbera Tirkiyê û Almanê dan zanîn. Tirkên Almanê kêmîneya qewmî ya herî mezin li Almanê ne.

Gotûbêja têlêfonî ya serokomarên Alman û Tirjkiyê li halekî ye ku Angêlla Mêrkêla serokwezîra Almanê roja Çarşemiyê êrîşa artêşa Tirkiyê li ser bajarê Efrînê li bakurê Sûriyê şermezar kir.

Wezareta karên derve ya Tirkiyê jî gotinên Angêlla Mêrkêlê li ser êrîşa artêşa Tirkiyê li ser bajarê Efrînê "Dûr ji rastiyê" da zanîn.