Adar 17, 2018 10:33 Asia/Tehran
  • Hikmê zîndanê li alîkara berê yê Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) hat birrîn

Alîkara berê yê Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) bi 10 salan zîndanê hat mehkûmkirin.

Li gorî rapora IRNAyê, rojnameya Huriyetê ya Tirkiyê roja bihurî bi nûçeyekê ragihand ku dadgeheka bajarê Enqerê xanima Aysel Tûxlûk, alîkara berê ya Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) bi tawana hevkariya bi PKKê bi 10 salan zîndanê mehkûm kir.

Li gorî nivîsîna vê rojnameyê, Aysel Tûxlûkê bi redkirina tawanan got ku ew tenê siyasetvanek û derheq gelê Tirkiyê berpirs e û têkoşîna xwe ji bo serêxwegirtina azadî, aştî û dêmokrasiyê li vî welatî didomîne.

Ji 15ê Tîrmeha sala 2016an va ku hewildana ji bo darbeyê li Tirkiyê ser neket, rayedarên vî welatî girtina berfireh û komkî li nav artêş, polîs, saziya dadweriyê, rayedarên siyasî yên dijber, civata hunermend û nivîskarên Tirkiyê dest pê kirin.