Adar 17, 2018 09:55 Asia/Tehran
  • Tirkiye: Hebûna Rûsiyê li Kirîmeyê binpêkirina mafên navneteweyî ye

Wezareta karên derve ya Tirkiyê roja Îniyê bi daxûyaniyekê careka din hebûna Rûsiyê li Nîvgirava Kirîmeyê wek binpêkirina qanûnên navneteweyî da zanîn û ragihand ku ji hakimiyet û yekparçetiya axa Okraynê piştevaniyê dike.

Li gorî rapora IRNAyê, li daxûyaniya Wezareta karên derve ya Tirkiyê ku bi boneya çaremîn salvegera zêdekirina Nîvgirava Kirîmeyê li Rûsiyê hatiye weşandin, Enqere encamên giştpirsîna sala 2014an li vê nîvgiravê bi fermî nas nake û wê neqanûnî dizane.

Wezareta karên derve ya Tirkiyê li vê daxûyaniyê destnîşan kir ku Enqere pêvajoya guhertinan li Kirîmeyê bi taybet tirkên Tatar li vê nîvgiravê dişopîne.

Tirkiyê pêştir jî girêdana Nîvgirava Kirîmeyê li Rûsiyê neqanûnî dabû zanîn.

Nîvgirava Kirîmeyê ku li di sedsalên bihurî tatarnişîn bû, hertim cihê kêşeya hêzxurtên cîhanê bûye. Ji sedsala 15 heta 18 ya zayînî da, Ipratoriya Osmanî li ser navçeya Kirîmeyê bi desthilat bû, lê Rûsiyê di sedsala hejdehem da ev dever xiste bin kontrola xwe.

Tirkiye ji ber rûniştina hevnijadên tirk ên tatar her wiha berbihuriya dîrokî ya wê navçeyê, hestiyariyeka taybet li bara çarenivîsa Nîvgirava Kirîmeyê heye.

Zêde ji sedî 90ê rûniştiyên Kirîmeyê li giştpirsîna 16ê Adarê ya sala 2014an dengê xwe dan cudabûna ji Okraynê û zêdebûna li Rûsiyê. Mosko piştî lidarxistina vê giştpirsînê bi îmzekirina biryarnameyekê ev girêdan piştrast kir. Lê dewleta Okraynê ku riya welatên rojavayî dişopîne vê cudabûnê qebûl nake. Amerîka û Yekîtiya Ewropayê jî pişta Okraynê digirin.