Adar 14, 2018 20:06 Asia/Tehran
  •  Nivîsgeha serokkomariya Tirkiyê şaştiya Erdogan sererast kir

Nivîsgeha serokkomariya Tirkiyê gotinên Erdogan li bara dagirkirina bajarê Efrînê heya dawiya roja çarşemiyê weke şaştiya devkî raghand.

 Li gorî rapora Fars Newsê, nivîsgeha serokkomariya Tirkiyê, bi daxûyaniyekê şaştiya îro ya Receb Teyib Erdogan serokkomarê vî welatî li bara dagirkirina bajarê Efrînê sererast kir.

 Nivîsgeha serokkomariya Tirkiyê raghand ku eva ku Erdogan got ku heya  dawiya îşev emê Efrînê tam bigrin, şaştiyeke devkî bû û mebesta wî kemilandina dorpêçkirina vî bajarî bû.

 Erdogan pêştir li axiftinekê li nava koma  AKP li Enqerê got: Em li navenda bajêr nêzîttir bûne, Em hêvî dikin îşev Efrîn  bikeve.

 Li encama êrişa Tirkiyê û terorîstên  bin fermana  wê ser bajarê Efrînê , xêncî awarebûna  çend hezar kesî, nêzîkî 200 kesên sivîl canê xwe ji dest dane û zêde ji 550 kes jî birîndar bûne.