Adar 14, 2018 17:46 Asia/Tehran
  • Rêdûr Xelîl: Hêviya Erdogan a ku êvarî Efrînê kontrol bike, xewneroj e

Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got: "hêvî dikim heta êvarî Efrîn bikeve". Li ser vê daxuyaniya, kurdên Sûriyê ragihand ku "ev hêviyên serokomarê tirk xewnên rojan in".

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro got, "em hinekî din nêzîkî Efrînê bûn. Em hêvî dikin ku heta êvarî Efrîn bikeve."

Li gorî malpera Kuwait News, berpirsê peywendiyên derve yê HSDê Rêdûr Xelîl li ser van gotinên Erdoganî axift û got: "Wisa diyar e ku Erdogan bi gotina ku Efrîn dê êvarî bikeve, xewnê rojan dibîne."

Xelîl di berdewamiya axiftina xwe de wiha got: "Bi sed hezaran sivîl li bajarî hene. Pasevanên dîwarên wê hene û dê nehêlin artêşa Tirkiyê û komên wê yên terorîst bi hêsanî nêzîk bibin. "

Rayedarê HSDê, Tirkiye hişyar kir û got: "Encamên wê dê kambax bin û dê bedelên giran bidin."