Adar 14, 2018 11:53 Asia/Tehran
  • Fransa: Operasyona dijî Efrînê ne meşrû ye

Fransayê rexneyek din li operasyona dijî Efrînê a dewleta Tirkiyê girt. Wezîrê Karên Dervê yê Fransayê Jean-Yves Le Drian anî ziman ku operasyona dijî Efrînê ne meşru ye û têkoşîna li hember DAIŞê qels dike û her wiha rewş krîtîk û cidî ye.

Wezîrê Karên Dervê yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di dema axaftina xwe ya ji parlemanê re, operasyona artêşa Tirkiyê bibîr xist û rexne li dewleta Tirkiyê girtin. Jean-Yves Le Drian da zanîn ku, "Em fikarên ewlehiya sînor ya dewleta Tirkiyê fahm dikin, lê ketina hundirê herêma Efrînê em meşru nabînin."

Wezîrê Karên Dervê yê Fransayê herwiha got:  "Endîşeyên ewlehiya sînor a dewleta Tirkiyê tê fahmkirin û meşru ye, lê divê ev jî bê gotin ku, rewşa li herêmê, ketina Tirkiyê ya hundirê herêma Efrînê meşru nake." Wezîrê frensî ji aliyê din ve jî got operasyona dijî Efrînê têkoşîna li hember DAIŞê qels dike û her wiha rewş krîtîk û cidî ye.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî di rojên ewil yên operasyona artêşa Tirkiyê de eşkere kiribû ku divê ev operasyon nebe dagirkerî û Enqerê bertek nîşanî gotinên Macron dabû.