Adar 13, 2018 20:39 Asia/Tehran
  • HDP dijî yasaya hevalbendîya ji bo hilbijartinan derket

Seroka Koma Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş derbarê yasaya ji bona hevalbendîya pişkdarîya li hilbijartinê ya partiyên siyasî de got: “Ti eleqeya guherîna yasaya hilbijartinê bi hiqûq, siyaset, nirxên navneteweyî, siyasî re nîne û tenê ji bo rewakirina gendeliyê ye.”

Meral Daniş Beştaş û Cîgirseroka Koma HDP`yê Fîlîz Kerestecîoglu li parlamentoya Tirkiyê daxuyanî dan û diyar kirin ku rojeke ku di dîroka parlamenterê de kêm hatiye dîtin xebat ji 20 saetî derbas bû.

Beştaşê got ku wan çavên xwe bi rojeke nexweş re  vekirin, rojên baş jî nêz in û wiha pê de çû: "Tu eleqeya guherîna qanûna hilbijartinê bi hiqûq, siyaset, nirxên navneteweyî, îctihad û teamûlên siyasî re tune. Ev xebeta bi tevahî ji bo gendelî û hîleyan meşrû nîşan bidin û qanûnî bikin hatin kirin."

Seroka Koma HDPê destnîşan kir ku ligel hemû mixalefetan tu ciyek nehat guherandin, Parlementera Stenbolê ya HDP`yê Huda Kaya jî duh di Lijneya Giştî ya Parlamentoyê de axivî lêbelê li berevajiyê teamûlan û hikmên rêziknameya navxweyî mîkrofon hat girtin.

Fîlîz Kerestecîoglu  jî anî ziman ku parlamentoya Tirkiyê kete halekî wisa ku parlementer ji ewlehiya canê xwe dikevin şikê, li parlamentoya ku di desthilatdariya mêran de ye lê tundî diqewime.

Îro pêşniyarqanûna ji bona îtifaqa hilbijartinê ya partiyên siyasî li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê hate qebûlkirin.