Sefîrê Almanê li Tirkîyê hat bankirinê
Berdevkê dewleta Tirkîyê ragihand ku sefîrê Almanê li Enqerê ji bo wezareta karên derve ya wî welatî ha vexwendin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, Bekir Bozdag ragihand ku Tirkîyê Berlîn têkildarî kiryarên vê dawîyê yên dijî mizvegtên Tirkîyê li Almanê hişyar kiribû û ji bo wergirtina hin îfadeyan sefîrê ALmanê ban kirîye.
Mideha 3 rojan de, 2 mizgevt li Berlînê û li başûra ALmanê û avahîyên civateke almanî-tirkîyeyî li bakûra vî welatî hatin şewitandinê. Di encama van êrişan de zîyan li tu kesî neket. Enqerê PKK bi desthebûna li van êrişan tawanbar kir.
Peywendîyên di navbera Alman û Tirkîyê de bi hegera rexneyên Enqerê ji Berlînê bi hegera ranekirina pêngavên guncav li hemberî PKK`ê, nakokîya ser bicihkirina koçberan, cezanekirina Tevgera Gulen têkildarî derbeya serneketî ya sala 2016`an a Tirkîyê li Almanê û rênedayîna bo lidarxistina mîtîngên hilbijartinên têkildarî giştpirsîya guhertina destûra bingehîn a Tirkîyê li Almanê tûşî gêre û alozîyê bûne.