• Parlemanter li meclisa Tirkîyê lihev baketin

Ragêşî û nîqaşa di navbera parlimanterên Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) û Partîya nijadperest a Hereketa Netewî ya Tirkîyê (MHP) têkildarî pêşnîyarqanûna guhertina qanûna hilbijartinên vî welatî veguherî lihevxistinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, pêşniyarqanûna pêkanîna hevalbendîya hilbijartinê ya Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) û MHP`ê vê sibê li Lijneya Giştî ya Parlamenta Tirkiyê hat qebûlkirin. Dema dengwergirtina têkildarî vê pêşnîyarqanûnê, Mûsa Çam parlemanterê CHP`ê yê Izmîrê li axavtinekê helwestên Dewlet Baxçelî serokê MHP`ê û Receb Teyîb Erdogan serokê AKP`ê bi tundî rexne kirin ku ev rexne bû sedema berteka çend parlemanterên AKP`ê û MHP`ê.

2 parlemanterên AKP û MHP`ê hewil dan ku Mûsa Çam ji ser kursîyê rakin ku parlimanterên din ên CHP`ê rê li ber wan girtin. Ev yeka bû sedema lihevbaketin û ragêşîya berfire li meclisa Tirkîyê bi awayekî ku zêrevanên meclisê ketin dewrê û dawî li gêreyê anîn.

Endamên pilebilind ên CHP`ê, guhertinên li destûra hilbijartinan ku AKP`ê û MHP`ê pêşnîyar kirine, ``xetereke cidî dijî dêmokirasî û hilbijartinên azad`` wesif kirine.

Pêşniyarqanûna AKP û MHP`ê ji 26 bendan pêk tê û guherînên ji bona îtifaqa hilbijartinê ya partiyên siyasî lixwe digre û rê dide partîyan ku bi partîyên din re hevalbendfîyê pêk bînin û dengên xwe ji bo derbasbûna ji berbenda sedî 10`ê li hilbijartinan bidin ser hev û bi awayeê hevalbendîyê derbasî meclisê bibin.

Piştî rûniştina Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê civîna MHP û AK Partîyê ku biryar bû îro bê sazkirin hat betalkirin.

Mar 13, 2018 16:08 Asia/Tehran