Adar 13, 2018 13:41 Asia/Tehran
  • Gotûbêja wezîrên parastinê yên Tirkiyê û Qeterê

Wezîrên parastinê yên Tirkiyê û Qeterê li Duhayê bi hev re rûniştin û ser krîza dîplomatîk navbera welatên ereb ên dorhêla Kendava Farsê axivtin. wan herwiha ser berfirekirina hevkariyên du welatan li warê leşkerî û ewlehiyê jî gotûbêj kirin.

Li gor nûçeya malpera El-Yewm El-Sabiem. wezîrê parastinê yê Qeterê Xalid bin Muhemed El-Etiye bi wezîrê parastinê yê Tirkiyê Nûredîn Caniklî û sererkanê artêşa Tirk Hulûsî Akar re ser pêwendî û hevkariya du welatan li mijarên ewlehî û leşkerî û şerê li dij terorîzmê gotûbêj kirin û xwestin ev hevkarî û pêwendî zêde bibin.

Li vê hevdîtinê de herwiha qeyranên li navçê yên wek qeyrana Sûriye , Duha, Lîbya û şerê Yemenê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha wezîrê parastinê û sererkanê artêşa tirk li ser operasiyona li dij kurdên Sûriyê li bakura vî welatî ya qaşo ser navê Çiqilê Zeytonê jî axivtin.

Wezîrê parastinê yê Qeterê sefera rayedarên leşkerî yên tirk nîşana qahêmbûna pêwendiyên stratejîk ên du welatan û cidîbûna wan li şerê li dij terorîzmê da zanîn.

Piştî ku çar welatên Erebistan, Misr, Behreyn û Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî pêwendiya xwe bi Qeterê re qut kirin Tirkiyê hewlda pêwendiyên xwe bi taybet li warê leşkerî bi Qeterê re berfire bike.