Adar 12, 2018 16:37 Asia/Tehran
  • Cîgirê AKP`ê: Rêjeya dengên partiya me daketîye

Nivîskarê Rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi derbarê hilbijartinên sala 2019`an de agahiyên balkêş dan. Li gor gotina Selvi cîgerekî serokê AKP`ê gotîye: "Di hilbijartinên herêmî de rewşa partiyê nebaş xûya dike."

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi derbarê hilbijartinên sala 2019`an yên Tirkiyeyê de agahiyên balkêş ji zarê cîgirekî AKP`ê dan, ku rewşa AKPê li hilbijartinên giştî  ji ya herêmî baştir e. Her wiha Selvi bi bîr xist ku serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan jî nîqaşên têkildarî hilbijartinên pêşwext gazinda dike û gotiye, "Ji ku derdikevin nîqaşên derbarê hilbijartinên pêşwext da." Selvi di nivîsa xwe de bal kişand ser gotinên cîgirekî serokê AKP`ê ku gotîye "Rêjeya dengê partiyê li hilbijartinên herêmî, li gor hilbijartinên giştî kêm derdikeve, hilbijartinên pêşwext dibe ku bandorek neyînî li hilbijartinên serokomariyê bikin."

Selvi herwiha dibêje ku serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan di heman fikrê de nîne û bilêv kiriye ku hilbijartina pêşwext ne di rojevê de ye û ji bo ku rêjeya dengê AKP`ê ya hilbijartinên herêmî bilind bikin dê bixebitin.

Selvi da zanîn ku Erdogan di civîna 5`ê Adarê de ji rayêdarên AKP`ê yên pişkdarê desteya serokatîya meclisê dipirse, "Pêywira min kengî kuta dibe?" Ew li hember vê pirsa Erdogan şaş dimînin û bersivê didin, "Di sala 2019`an de." Erdogan cardin bersiva wan dide û dibêje, "wê demê ji bo çi em ê hilbijartinên pêşwext li dar bixin?"