Sibat 20, 2018 10:03 Asia/Tehran
  •  Berteka Tirkiyê  li hember bicihbûna hêzên dewleta Sûriyê nava Efrînê

Serokkomarê Tirkiyê, li bara her cure hevkariya bi kurdên bakurê vî welatî re li dijî eskerên Tirkiyê li Efrînê gef li dewleta Sûriyê xwar.

 

  Li gorî rapora IRIB Newsê, Receb Teyib Erdogan roja duşemiyê li gotûbêja telefonî ten Viladîmîr Pûtîn  hevtayê xwe yê rûsî destnîşan kir ku ger Şam bi kurdên Sûriyê re ji bo şerê li hember hêzên  Tirkiyê li bakurê vî welatî li hev bike, dê rastî dûhatên giran were .

Çavûşoglu  roja duşemiyê li civîna  xwe ya tev Îmên Sefdî  hevtayê xwe yê Urdinî, destnîşan kir ku operasyona Çiqila Zeytûnê jî armancên diyarî hene û  ew jinavbirina  terorîstan û paqijkirina navçê ye.

  Wî her wiha îdia kiribû  ku  piştgiriyê dide yekperçetiya erdê Sûriyê, lê ger hêzên Sûriyê  ji bo piştgiriya  ji hêzên  çekdar ên kurd derbasî nava Efrînê bibin,  tu kes nikare  pêşiya derbasbûan hêzên Tirkiyê nav  vê navçê bigre.

 Wî destnîşan kir ku tu pirsgirêkek tev derbasbûna hêzên Sûriyê nava Efrînê bi ramanca  jinavbirina  Yekînên  Parastina  Gel tine.

 Çawûşoglu diyar kir: Tirkiyê tu cure bernameyên  nepenî ji bara Sûriyê tine û daxwaza aşitî û parastina  yekperçetiya  erdê vî welatî dike.

Artêşa Tirkiyê ji 20 Çillê ve heya  niha operasyona  neqanûnî ya nasiyar bi qaşo Çiqila Zeytûnê bi piştgiriya  terorîstên  koma nasiyar bi artêşa Azad a  Sûriyê û paşmayiyên  DAIŞ û El-Qaidê li Efrînê li bakurê Sûriyê destpê kiriye.