Sibat 19, 2018 20:00 Asia/Tehran
  • Heya niha 786 kes li Tirkiyê ji ber rexneya ji operasyona Efrînê hatine girtin

Rayedarên Tirkiyê ragihandin, li gorî amara herî nû, heya niha zêde ji 786 kes li vî welatî têkildarî rexneya ji operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê li bakûrê Sûriyê, hatine girtin.

Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê Ajansa nûçeyan a Fransayê (AFP), rayedarên Tirkiyê wê li hember her cure nerizamendî û yan jî rexneya ji operasyona leşkerî ya vî welatî dijî milîtanên Kurd ên li navça Efrînê li bakûra Sûriyê, bisekinin. Rayedarên Tirkiyê van rexnegir û nerizamendan tawanbar dike ku tiliyê wan li propagendeya terorîstî heye.

Li gorî raporan, pizişk û siyasetmedarên Kurd ên li Tirkiyê ku li bara zêdebûna kuştî û birîndarên ji ber vê operasyonê hişyarî dane,  ji wan kesan in ku ji ber rexne û nerizamendiya li hember vê operaqsyonê hatine girtin.

Tirkiyê ev operasyona li 20`ê Çilê cih anî ta ku navça Efrînê ji milîtanên Kurd paqij bike. Tirkiye van şervanan ser bi PKK`ê dizane ku eva 40 sal in dijî hikûmeta vî welatî şerr dikin.

Wezareta karên hundur a Tirkiyê îro duşemiyê li daxuyaniyekê ragihand herîkêm 587 babetên van propagendeyan li torên civakî hebûne û 85 babet jî nerizamendiya li hember vê operasyonê ji 20`ê Çilê heya niha qewimîne.