Sibat 19, 2018 19:32 Asia/Tehran
  • Çawûşoglû: Eger ku Şam pişta YPG`ê bigire, wê tu kes nekaribe pêşiya artêşa Tirkiyê bisekine

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê li axiftinekê got eger ku artêşa Sûriyê bona berevaniya ji hêzên Kurd derbasî Efrînê bibe, tu kes wê nekaribe li hember artêşa Tirkiyê bisekine.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Nûçegîhanên Ciwan ji zarê Spûtnîkê, Mewlûd Çawûşoglû, wezîrê karên derve yê Tirkiyê, roja duşemiyê got: Me tu pirsgirêkek bi bernama dewleta Sûriyê re ya ji bo ketina nav Efrînê bona sekinîna li hember terorîstên YPG û PKK tune lê eger ku Şam bixweze pişta terorîstan bigire, tu tiştek wê nekaribe li hember hêzên Tirkiyê bisekine.

Wî li halekê van gotinan digot ku televîzyona dewletî ya Sûriyê, li raporekê ragihand hêzên piştgirê  dewleta Sûriyê, wê heya çend saetên din derbasî navça Efrînê bibin. Rayedarekî Kurd Berî niha Ajansa nûçeyan a Reuters`ê re gotibû, hêzên Kurd ên sûrî û dewleta Şamê li hev kirine hêzên dewletî yên Sûriyê li ser navçeyên sînorê Tirkiyê bicih bibin ta ku li hember operasyona leşkerî ya Tirkiyê li Efrînê bisekinin.

Bi vî halî nûnerekî YPG`ê li Efrînê li hevpeyvîna bi Spûtnîkê re ev nûçeya derew da zanîn, wî got ji ber ku ev rapor hatine weşandin, welatiyên li Efrîn û Helebê bi şaşitî fikir dikin artêşa Sûriyê derbasî nav  Efrînê bûye, li halekê ku tenê ûtûbûsên sivîl derbasî vî bajarî bûne.

Wî got eger ku li ser vê mijarê (ketina artêşa Sûriyê nav Efrînê) hevhatinek pêk were, YPG wê bi daxuyaniyekê wê yekê ragihîne.

Çawûşoglû got: Me ji bo ku gefa dijî ewlehiya xwe ya netewî ji nav bibin, operasyona leşkerî ya li Efrînê destpê kir û em bibiryar in ku wê cih bînin.